Komên alîgirên Amedsporê: Em ê îro pêswaziya Amedsporê bikin

Komên alîgirên Amedsporê: Em ê îro pêswaziya Amedsporê bikin

PeyamaKurd – Komên alîgirên Amedsporê diyar kirin, ew ê îro pêşwaziya Amedspora ku do li Bûrsayê rastî êrîşên nijadperestî hatibûn bikin.

Hat destnîşankirin, Amedspora ku di pêşbirka Bûrsasporê da rastî êrîşê hat, wê îro li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê bê pêşwazîkirin.

Komên alîgirên Amedsporê daxuyandin, ew ê îro saet di 10:00an de li Balafirgeha Diyarbekirê pêşwaziya tîmê bikin.

Li aliyê din Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajarê Diyarbekirê, ji bo bertek nîşanî êrîşa alîgirên Bûrsasporê ya di pêşbirka Bûrsaspor-Amedsporê de bê dayîn, banga tevlîbûna daxuyaniya çapemeniyê ya îro (6'ê Adarê) li Tesîsên Sporê yên Diyarbekirê bê dayîn hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin