PeyamaKurd- Ji aliyê rêveberên Saziya Berpirs a Santralê ya Ukraynayê Energoatomê ve hat ragihandin ku li santrala nukleerî ya Zaporijyayê, hemû operasyon hatine rawestandin.
Di daxuyaniya Energoatomê de hat eşkerekirin ku li santrala Zaporijyayê ya Ukraynayê ku niha di bin venêrîna Rusan de ye, hemû operasyon hatine rawestandin û unîteya şeşem a şebekeya elektrîkê jî hatiye qutkirin.
Macron û Zelenskiy, li ser axivîbûn
Rewşa santrala Zaporijyayê, di axaftina telefonê ya ku duh di navbera Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy de çêbûbû de hatibû nirxandin.
Li ser vê axaftina herdu rêberan, ji Koşka Elyseeyê hatibû ragihandin ku ew piştgiriya xebatên Saziya Atomî ya Navneteweyî ya IAEAyê dikin. Her wiha Macron û Zelenskiy, biryar dabû ku ji bo ewlehiya santralê bikeve bin saxlemiyê, wan biryar daye ku hêzên artêşa Rus ji wê derê vekişin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin