Wilayetî: Komara Îslamiya Îranê îznê nade ku NATO li kêleka sînorê Îranê çalak be

Wilayetî: Komara Îslamiya Îranê îznê nade ku NATO li kêleka sînorê Îranê çalak be

PeyamaKurd –  Şêwirmendê Karûbarên Navnetewî yê rêberê rejîma Îranê Elîekber Wilayetî tevî rexnekirina bernameya avakirina saziya NATO ya Erebî li Kendavê diyar kir: “Komara Îslamiya Îranê îznê nade ku NATO li kêleka sînorê Îranê çalak be”.

Li gor Şêwirmendê Karûbarên Navnetewî yê rêberê rejîma Îranê Elîekber Wilayetî di hevpeyvîna bi nûçegihaniya “Întixab”a girêdayî rejîmê li ser avakirna “NATO”yê li Rojhilata Navîn de bi navendiya Îmarat û Urdunê bi zimanekî sivikatîkirinê da zanîn: “Îmarat û Urdun tu şiyan û pêgehek stratejîk a wisa di şer û pevçûnan de tune ye.”

 Herwiha Elîekber Wilayetî di derheqê NATOyê de diyar kiriye: “Saziya NATOyê yekîtiyek reşnav e û piraniya bûyerên xerab li cîhanê ji aliyê saziya NATOyê ve tên encam dan!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin