PeyamaKurd – Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, piştî ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Hemahengiyê bo avakirina hikûmeta Iraqê Muhamed Şiya Sudanî erkdar kir, daxuyanî da.
Plasschaert, di daxuyaniya xwe de ji bo erkdarkirina avakirina hikûmeta nû pîrozbahî li Sudanî kir û serkeftin jê re xwest.
Herwiha nûnera NY got ku ew ji hikûmeta nû hêvî dikin daxwazên gel bicih werîne û destnîşan kir: “Em hêvî dikin hikûmeta bê avakirin, kêşeyên lezgîn ên li benda çareserkirinê ne, çareser bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin