PeyamaKurd – Di 225 pisûlayên ku ji bo hilbijartinên Serokomariyê yên li Deventera Hollandayê hatibûn amadekirin de di pisûla bi navê Erdogan de xaleke reş hebû, nîqaş hatin kirin.
Xala reş a li ser pisûla ku navê Recep Tayyîp Erdogan heye li ser pisûleyên dengan ên ku di sindoqeke dengdanê de li Hollandayê hat vekirin, bû sedema nîqaşan. Li bendê ye ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) sibe bicive û îdiayên ku dengên namzedên ji bilî Erdogan di van pisûlayan de ne derbasdar in binirxîne.
Îdiaya "wê dengên namzedên din betal bike"
Di 225 pisûlayên ku ji bo hilbijartinên Serokomariyê yên li Deventera Hollandayê hatibûn amadekirin de di pisûşaya bi navê Erdogan de xaleke reş hebû, nîqaş hatin kirin. Piştî ku pisûla navborî li ser medyaya civakî hat parvekirin, nirxandin hatin kirin ku ger dengê xwe bidin Erdogan, xala reş dernakeve û ger dengên xwe bidin namzedên din wê ji ber xala reş ev deng bên betalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin