Parêzgarê Hewlêrê: DAISê 10 Pêsmerge û 3 welatiyên sivîl li Mexmûrê sehîd xist

Parêzgarê Hewlêrê: DAISê 10 Pêsmerge û 3 welatiyên sivîl li Mexmûrê sehîd xist

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê li ser êrîşa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, di êrîşa şeva derbasbûyî ya DAIŞê de li Qereçûxa Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniya xwe de, serxweşî li kesûkar û malbatên şehîdan kir û “êrîşa terorîstên DAIŞê bi tundî” şermezar kir.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha daxwaz kir ji bo bihêzkirin û qayîmkirina hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û tijekirina valahiya emnî ya heye, bilez rêkarên pêwîst bên girtin” û operasyonên hevbeş ji bo bidawîanîna rêbirêxistinkirin û geşkirina “terorîstên DAIŞê û bergirîkirina li êrişên hovane yên ji bo ser welatiyên wê navçeyê û parastina jiyana Pêşmerge.”

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Hewlêrê, di êrîşa DAIŞê ya li ser gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin