Yekîtiya Ewropa bo tevlîbûna avakirina Sûriye merc danîn

Yekîtiya Ewropa bo tevlîbûna avakirina Sûriye merc danîn

PeyamaKurd - Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand, ku Yekîtiya Ewropayê amadeye beşdariyê di avakirina Sûriyê de bike bi mercê ku, li wî welatî sîstemeke destûrî hebe û çaksaziya siyasî were pêkanîn.

Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê de Federica Mogherini di civîneke rojnamevanî de ragihand, ku pêwîste rêz li şert û mercên proseya siyasî were girtin.  di nav wan şert û mercan cîbecî kirina rêkeftinên Rûsya û Tirkiyê derbarê Idlibê ne.

Herwiha Federica Mogherini da zanîn ku, pêwîste komîteya destûra Sûriyê, ya ku hatiye damezrandin dest bi karê xwe bike û çaksaziyeke siyasî bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî werin pêkanîn.

Li gor pisporên aborî proseya avakirina Sûriyê pêwistî  bi 250-400 milyar dolarî heye û dê 10-15 salan dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin