PeyamaKurd – Navenda Medyayî ya bi navê PEC ku li Cenevreyê ye, rapora xwe ya şerê Ukrayna-Rusyayê eşkere kir.
Li gorî rapora PECê ji destpêka şerê Ukraynayê ango ji 24ê Sibatê ve 6 rojnamevanên biyanî yên li Ukraynayê kar dikin di bombardimana rûsî de hatine kuştin, 2 rojnamevan hatine revandin û 8 rojnamevan jî birîndar bûne.
PECê daye zanîn ku nêzî 3 hezar rojnamevan niha li Ukraynayê şer dişopînin û pêdiviyên wan bi alavên xweparastinê yên wekî çenteyê alîkariya lezgîn, zirxê xweparastinê, bêtêl û kaskan heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin