PeyamaKurd – Berdevkê YNK ê Emîn Baba Şêx di ser hesabê medya partiya xwe de ya fermî de ragihand ku rewşa Mela Bextiyar baş nîne û herkes li benda encama tehlîlên wî ne. Li ser mijara ku jehrê dane Mela Bextiyar li benda rapora fermî ne. Her weha ji asayîşa Silêmaniyê jî kesên ku bi jehrê ketine an ku jehr dane wan hene.
Li ser ku jehrê dabûn Mela Bextiyar tedawiya wî ya li Almanya dewam dike. Do jî, rêvebirê berê yê asayîşa Silêmaniyê Westa Hesen jehrê dabûnê lê rewşa wî baş bû.
Berê jî hatibû ragihandin ku Lahor Şêx Cengî Talabanî jehrê daye kurê Mam Celal Bafil Talabanî ku dawa jehrdanê niha di dadgehê de dewam dike.
Li ser ku ev bû çend rêvebirên YNK ê ku hinek kes jehrê didin wan, di nava YNK ê de lêpirsînekî hûr tê meşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin