PeyamaKurd – Baregeha Koordînasyona Alîkariya Karên Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî (OCHA) ragihand ku li welatê Sûdanê li Darfûra Rojava di navbera du qebîleyan de bi sedema li ser arazî lihev nedikirin şer derket û herî kêm 125 kes hatin kuştin û li dora 50 hezar kes mecbûr man ji ser av û axa xwe rabûn.
Li gor rapora OCHA yê; di 6 ê hezîranê de li rojhilatê bajarê Cineyne 160 km dûr li Kûlbûsê di navbera qebîla Afrîkî Gimer û qebîla koka wê Ereb Rizeygat de şer derket û 25 gundên qebîla Gimer piştî hat yaxma kirin, agir berra gundan dan. Di bûyerê de herî kêm 25 kes mirin, gelek kes birîndar bûn û 50 hezar kes reviyan deverên bi ewle.
Nûnerê NY yê Sûdanê Volker Peretz, li hemberê bûyeran bertekê nîşan da û ji rêvebiran, serokên qebîleyan û rêxistinên çekdar xwest ku germahiya mijarê daxînin û parastina kesên sîvîl bikin.
Di meha nîsanê de jî di navbera du qebîleyan de li Rojavayê Darfûrê şer derketibû û 200 kes hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin