Serok Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re civiya

Serok Barzanî bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re civiya

PeyamaKurd - Îro Serok Mesûd Barzanî  bi Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad Sedûn re civiya.

Di civînê de, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê silavên Serokwezîrê Iraqê gîhand Serok Barzanî û di derbarê rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û gefê teroristên DAIŞê li parêzgehên navîna Iraqê de nerînên xwe pêşkêş kir.

Herwiha di civînê de, tekezî li ser hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di rûbirûbûna terorê de û herwiha bihêzkirina kultura pêkvejiyanê di navbera pêkhateyan de hate kirin.

Di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê di erk û karên wî de daxwaz kir.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin