PeyamaKurd- Ji duhî de di çapemeniya Tirkiyê de behsa wendabûn xuşkekî û birayekî yên bi navê Medine û Bunyamin Baturalp ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê, piştî ku karneyên xwe ji dibistanê sitendine, wenda bûne. Malbat û polîs li wan digeriyan lê îro agahiyeka baş ji wan hat. Medine diçe pola 8 ê û Munyamin diçe pola 5 ê. Malabata wan li taxa Abdalaxa ya Sêweregê ye.
Li ser agahdarkirina polîsan, polîs li dîmenên kamerayan nêrîn û dîtin ku her du ber bi rêya Rihayê de diçin û lêgerîna xwe li wê bergehê kirin. Paşî beşa zarokan ya asayîşê wan li parkeka Rihayê dîtin û wan birin nexweşxanê bo kontrolê. Hat fêmkirin ku bi sedema dersên wan baş nebûn, newêribûn herin malê û lewra reviyane.
Her dû zarok şeva xwe di apartmanekî de li ser derenca wê derbaskirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin