Brîtanya | Liz Truss jî bû namzedê seroktiya Partiya Muhafezekar û serokwezîrtiyê

Brîtanya | Liz Truss jî bû namzedê seroktiya Partiya Muhafezekar û serokwezîrtiyê

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss ragihand ku ew ji bo posta Serokê Partiya Muhafezekaran a Brîtanyayê dibe namzed.

Herwiha Liz Truss, heger bibe seroka Partiya Mihafezekar wê Serokwezîra Brîtanyayê jî û cihê Boris Johnson bigire.

Liz Truss a 46 salî wê ji bo wê postê ligel 10 namzedên din hevrikiyê bike.

Herwiha Nedîm Zehawî yê bi esil Kurd jî namzedê serokê Partiya Mihafezekaran û serokwezîrtiyê ye ku di kabîneya Johnson de hejmarek postên wezaretê wergirtibûn.

358 parlamenterên Partiya Muhafezekaran a Brîtanyayê wê ji bo hilbijartina serokê nû yê partiyê deng bidin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson roja 7ê Tîrmehê dest ji serokatiya Partiya Muhafezekaran berdabû û ragihandibû ku heta serokwezîrekî nû bê hilbijartin, ew ê weke serokwezîrê demkî karê xwe bidomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin