PeyamaKurd - Endamê polîtburoya Partiya Demoktrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî li ser encamên hilbijartinan got, “Ewên li Bexda dijî PDKê bûn, şikest xwarin. Xelkê Kurdistanê dizane PDK berevaniyê li destkeftên Kurdistanê dike, ji ber wê jî baweriya xelkê bi berbijêrên PDKê hat û deng dayê.”
Endamê polîtburoya PDKê Cafer Emînkî ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Xelkê Kurdistanê berdewam baweriya wê bi PDKê hebûye, xelkê Kurdistanê deng da PDKê, ji ber xelk dizane PDK, berevaniyê li wan dike.”
Emînkî got: “Ew dema PDKê şer li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikir, xelk hebûn behsa selfiyan li gel Pêşmerge dikirin, ji ber wê jî di vê hilbijartinê de xelkê bawerî bi PDKê anî.”
Emînkî diyar kir, “Gelê Kurdistanê fam kiriye ku kîjan alî li Bexdayê berevaniyê li destkeftên gelê Kurdistanê dike. Ji ber wê jî deng nedan wan parlamenteran ku berdewam li Bexdayê dijatiya herêma Kurdistanê dikirin.”
Cafer Emînkî ragihand, proseya çaksaziyê ya kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê geşbînî nav xelkê de ava kir û bertekên baş li hember hebûn. Xelkê têbiniya wê kirin ku hikûmeta Kurdistanê bi serkeftinên PDKê berdewam kar ji bo avadanî û xweş borandinê kiriye, ji ber wê jî xelkê deng da PDKê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin