Iraq ji cotyarên Kerkûkê 180 hezar ton genim kirî

Iraq ji cotyarên Kerkûkê 180 hezar ton genim kirî

PeyamaKurd – Bi sedema ku şerê Rûsya û Ûkrayna bû sedema krîza zadî, şîrketa bi ser hukumeta Iraqê ya bi navê Şîrketa Hûbûbatê ya Kerkûkê ku bi ser wezareta bazirganî ya Bexdayê ve ye, 180 hezar û 900 ton genim ji cotyaran kirî. Berpirsê şîrketê Salî Salah got ku ev miqdar yê herê zêde yên salên dawiyê ye ku ji cotyaran kirîne. Salah got ku tona genim ji cotyaran bi 850 hezar dînarî (570 dolar) kirîne.

Salah ragihand ku di salên berê de, di dayîna perê cotyaran de derengî diman lê îsal ew arîşe tine ye. Her weha Iraqê her sal 200 hezar ton genim ji Ûkraynayê dikirî lê wê îsal temamê genimê cotyaran bikirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin