IPI: Divê li Kazakistanê ewlehiya hemû xebatkarên çapemeniyê were mîsogerkirin

IPI: Divê li Kazakistanê ewlehiya hemû xebatkarên çapemeniyê were mîsogerkirin

PeyamaKurd Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) daxwaza berdana hemû rojnamegerên li Kazakistanê û êrîşên li hemberî çapemeniyê werin sekinandin dike.

Li gor zanyariyan, li Kazakistanê di bûyerên hefteya borî de rojnamegerek hatibû kuştin û çend rojnameger jî birîndar bibûn. IPIyê bang li rayedarên Kazakistanê kiriye û gotiye ku demildest tevahî rojnamevanên hatine girtin serbest berdin û rêz li azadiya çapemeniyê bigirin.

Herwiha hatiye destnîşankirin, divê ewlehiya hemû xebatkarên çapemeniyê were mîsogerkirin û bêyî ku mudaxele were kirin divê rojnameger azad bin ku karê xwe bikin.

Li Almatiya Kazakîstanê piştî biryara hikûmetê ya ji bo zêdekirina gaza petrolê ya di 2ê Kanûna Paşiyê de xwepêşandanan dest pê kiribûn. Xwepêşandan encama pirsgirêkên demdirêj ên li welêt bûn, ku gendelî, newekheviya dahatê û zehmetiyên aboriyê jî di nava van pirsgirêkan de bûn. Kazakîstan ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e, lê tenê komeke biçûk a elîtan dikarîbû ji wan sûdê werbigire.

Weke IPI beriya niha jî ragihandibû, di 7ê Kanûnê de xebatkarekî Almaty TV bi guleyên ku li ekîba wan hatibû reşandin hat kuştin. Kameramanê Almaty TV jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Rojnamegerê Rûs Vasiliy Polonskiy û wênekêş Vasiliy Krestyaninov di 8ê Kanûnê de li Almati dema ku kare xwe dikin hatine gulebarankirin.

Di xwepêşandanan de 164 kes mirine û nêzîkî 8 hezar kes desteserkirîn e.

Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI) daxwaz dike, hemû rojnamegerên li Kazakistanê hatine desteserkirin bên berdan û êrîşên li hemberî çapemeniyê werin sekinandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin