PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, kompaniya dewletê ya Azerbaycanê SOCAR û TPAO ji bo lêgerîna petrolê li Sêrt, Şirnex, Amasya û Samsunê peymana sondajê destnîşan kir.
Kompaniya aîdê Tirkiyeyê SOCAR AQS ku navenda wê li Azerbaycanê ye, ragihand ku bi wan ligel kompaniya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO), peymana sondajê destnîşan kiriye.
Hat diyarkirin ku bi wê rêkeftinê, SOCAR dê 4 bîrên petrolê li parêzgehên Kurdistanê bikole.
Li gorî daxuyaniya hat dayîn, tê çaverêkirin ku ev peyman piştgiriyê li hilberîna petrolê ya Tirkiyeyê bike û îstîhdamê li herêmê zêde bike.
Gerînendehê Giştî yê SOCAR AQSê yê Tirkiyeyê Samir Mollayev, di derbarê mijarê de daxuyanî da medyaya Azerbaycanê û got, "SOCAR AQS bi bikaranîna ezmûna xwe ya dewlemend û teknolojiyên nûjen armanc dike ku di tevahiya projeyê de xebateke ewle, bikêrhatî û hilberîna herî zêde peyda bike."
Alîkarê Serokê Giştî yê SOCARê yê Tirkiyeyê Vagif Aliyev jî diyar kir ku kifşên gazê yên Tirkiyeyê yên li Behra Reş ji aliyê stratejîk ve girîng in û got, "Dibe ku em bi Kompaniya Petrolê ya Tirkiyeyê (TPAO) re di xebatên bipêşxistina qadê û hilberînê de bixebitin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin