PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, li navçeya Elmadag a Enqerê ligel muxtaran û rêxistinên sivîl civiya û bersiva pirsên wan da.
Kiliçdaroglu, li ser pirsa; Hinek dibêjin ‘Kurdistan’ gelo tu ji vê aciz dibî? got: “Ji peyva Kurdistanê ez jî aciz dibim. Ma we heta niha qet ji devê min tiştekî wiha bihîstiye?”
Serokê CHPê di civînê de li ser pirsa derbarê piştevaniya PKKê de got, “Hûn çawa baweriyê bi vê tînin? Yê ku rastî êrîşa rêxistina terorê hatiye ez im. Ez vê fêm nakim.”
Herwiha Kiliçdaroglu diyar kir ku HDP û PKK ji hev cuda ne û derbarê HDPê de wiha axivî: “HDP ne di nav tifaqa me de ye, hevkariya me nîne. Lê wekî her kesî em bi HDPê re hevdîtinê dikin. Partiyeke 6,5 milyon deng standine ye. Di parlamenê de parlamenterên wê hene, em ji wekîlê serokê parlemenê yê HDPê mafê axaftinê dixwazin, AKP jî dixwaze.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Kemal Kiliçdaroglu di sala 2019an de di hevpeyvînekê de, di girtîgehê de hiştina Selahattîn Demirtaş a ji ber peyva ‘Kurdistan’ rexne kiribû û gotibû, ‘Bînalî Yildirim diçe Diyarbekirê peyva Kurdistan bikar tîne, lê Selahattîn Beg ji ber wê peyvê di girtîgehê de tê hiştin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin