Li Îstenbolê di 1 ê êlûnê de 100 kes xistin binçav

Li Îstenbolê di 1 ê êlûnê de 100 kes xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Kadıköyê bi sedema roja aştiyê ya dinyayê ku her sal di 1 ê êlûnê de tê pîrozkirin, gelek kes civiyan û di encamê de polîs mudaxeleyê komê kir û li dora 100 kesî xistin binçav. Di nav binçavkiriyan de nûnerên rêxistinên sîvîl, partiyên siyasî û hûqûqnas hene. Di nav sloganên komê de yên herî bingehîn ev bûn:

“Şer dide wendakirin, haştî dide qezenckirin. Em şer naxwazin, yekser aştiyê dixwazin.”

Rêxistina bi navê Rêxistina ji bo Azadiyê ya Hûqûqnasan şaxa Îstenbolê (ÖHD) di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku hêzên asayîşê sed kesî xistine binçav. Ji wan 55 kesî birine baregeha asayîşê ya Vatanê û 45 kesî birine baregeha asayîşa Çekmeköyê. Parêzerên rêxistinê ji bo binçavkiriyan bişopînin çûne baregehên asayîşê yên Vatan û Çekmeköyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin