PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo konferansa salane ya partiyên demokratên cîhanê ku li Washingtonê tê lidarxistin peyamek şand.
Hat ragihandin, Cîgirê Serokê Ciwanên Siyasî Demokrat ên Ewropa û Cîhanê û Nûnerê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê Felah Hesen bi nûneratiya Serok Mesûd Barzanî beşdarî Konferansa Partiya Demokrat a Cîhanê bûye.
Hesen ku tê çaverêkirin peyama Serok Barzanî bigihîne beşdarên konferansê, spasiya vexwandina Serokê Partiya Demokrat a Cîhanê Stephen Harper ji bo konferansê kir.
Di Konferansa Cîhanî ya Partiyên Demokrat de ku 85 partiyên demokrat ji 70 welatan endam in, tê payîn ku serkirdeyên welatên wan û herwiha senator, siyasetmedar û endamên Kongreya Amerîkayê jî amade bin.
Tê çaverêkirin ku bi nûneratiya Serok Barzanî, Hesen di konferansê de gotûbêjan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin