Adil: Balafirên Amerîka yên êrîsî li ser mîlîsyayan kirine ji Balafirxaneya Hewlêrê nefirîne

Adil: Balafirên Amerîka yên êrîsî li ser mîlîsyayan kirine ji Balafirxaneya Hewlêrê nefirîne

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, gotegotên dibêjin ku balafirên Amerîka ji Balafirxaneya Hewlêrê firîne û êrîşî li ser mîlîşyayan kirine red dikin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil da zanîn: “Serkirdeyekî mîlîşyaya Ketayib Seyid El-Şuhada yê bi navê Ehmed El-Meksos, îdia kir kir ku balafirên Amerîkî yên êrîşî mîlîşyayan kirine ji Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê firîne.”

Cotyar Adil destnîşan kir: “Em van gotegotan red dikin, ji ber ku ti bingeke wê nîne, lê belê rastî beravajî wê ye û êrîşên li ser Hewlêrê hatine kirin, ji aliyê mîlîşyayên deryasayî ve hatine kirin û niha jî ev gotinên vî kesî, nîşaneyên xerap tê de hene”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha eşkere kir: “Her êrîşek li ser Hewlêrê bê kirin, guman dikeve ser wan aliyên ku El-Meksos yên wek wî nûnertiya wan dikin, ji ber ku ev rêxweşkirin û bahaneyên pêşwext in ji bo armanckirina Hewlêrê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin