Berpirsê PDKê: DAISê ji gelek welatan çekdar anîna Çiyayê Hemrînê

Berpirsê PDKê: DAISê ji gelek welatan çekdar anîna Çiyayê Hemrînê

PeyamaKurd - Berpirsê Komîteya PDKê li Navçeya Qeretepe Kemal Îbrahîm ragihand ku terorîstên DAIŞê xwe bi rêxisitin dikin li ser Çiyayê Hemrînê û gelek çekdarên welatan anîne navçeyê.

Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.infoyê re gotiye: “Li gorî zanyariyên dawî terorîstên DAIŞê xwe birêxistin dikin li ser Çiyayê Hemrîn, ku çiyayekî berfireh e û gelek çekdarên biyanî jî anîne navçeyê. Artêşa Iraqê û milîsên wê jî ku li wê deverê ne, nikarin rewşê kontrol bikin, ji ber ku eger ne bi Pêşmerge re be nikarin rewşa navçeyê kontrol bikin, loma jî xelkê navçeyê bi Kurd û Erebên xwe hertim daxwaz dikin ku Pêşmerge vegerin navçeya wan.”

Berpirsê PDKê yê li Qeretepe da zanîn: “Piştî ku hêzên Iraqê navçe di 16ê Cotmeha 2017an de dagîr kirin, gelek gund ji ber xerabiya rewşa ewlehiyê vala bûne û xelkê wan koçber bûne, xelkê ku mane jî bi şev newbetê digrin û ew xwe diparêzin.”

Kemal Îbrahîm wiha domand: “Rojane karên terorîstî li sînorê navçeyê ji aliyê DAIŞê ve tên kirin û bi şev jî ew terorîst xalên kontrolê di nava gundan de datînin û xelkê dikujin û bi kêfa xwe diçin û tên.”

Qeretepe ser bi Xaneqîn e û Xaneqîn ser bi parêzgeha Diyalave ye. Xelkê wê berê nêzîkî 36 hezar kes bûn. Xelkê wê Kurd û Turkman û Erebên Şîe û Erebên Sunne ne. Piştî 16ê Cotmeha 2017an Qeretepe ket destê milîsên Heşda Şeibî û niha rewşa wê pir xerab e û DAIŞ metirsiyeke mezin li ser çêkiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin