PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi peyamekê daxwazekê ji Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên din ên YNKê dike û diyar dike: “Her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin.”
Li gor Bafil Talebanî li ser hesabê yê xwe yê twitterê eşkere kir: “Em ji birayên xwe yên ezîz ên li Çarçoveya Hevahengiyê û hevpeymanên din ên YNKê daxwaz dikin, her wek çawa di demên dijwar de em ligel we bûn, hûn jî ligel me bin.”
Herwiha Serokê YNKê Bafil Talebanî destnîşan kir: “Bawermend pabendî peymanên xwe ne.”
Daxwaza Serokê YNKê Bafil Talebanî piştî wê yekê tê ku biryar e sibe Pêncşemê 13ê Cotmeha 2022yan, Parlamentoya Iraqê li ser diyarkirina Serokomarê Iraqê bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin