Japonya: Ji bo hevkariya bi Çînê re amadekarî tên kirin

Japonya: Ji bo hevkariya bi Çînê re amadekarî tên kirin

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê, li ser dîplomasiya navbera Japonya û Çînê, daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo di navbera rêberên van welatan de têkiliyên çêker werin damezirandin, ew amadekariyên taybet dikin.

Wezîrê Karên Derve yê Japonyayê Hayaşi Yoşimasa, bi rêya roportajeke taybet a rojnameya Japonyayê Nikkeiyê, bal kişand ser rewşa berê ya li herêmê ku acizî zêde bû û diyar kir ku hewcedarî bi hewilên Çîn û Japonyayê heye ku têkiliyên mayînde damezirînin.

Hayaşi Yoşimasa bi berdewamî got, “Ji bo ku di navbera rêveberiyên Çîn û Japonyayê de hevdîtin were kirin, plansaziyeke taybet tê kirin. Japonya, her dem ji dan û stendinê re amade ye. Em ê sekina xwe deynin holê û em ê li hember gefên li dijî Çînê, bi rêveberiya Çînê re hevkariyê bikin.”

Wezîr Yoşimasa bal kişand ser tetbîqatên ku Çîn li dijî Taywanê dike û li ser vê yekê eşkere kir ku “Di rewşên bi vî rengî de dan û stendin gelek girîng in. Bi hewilên herdu aliyan, divê em bikaribin pêwendiyên çêker û aram ên Japonya û Çînê damezirînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin