Agahiyên pasperdeyê: Nivê lîsteyên wê partiyê, dê nû bibin

Agahiyên pasperdeyê: Nivê lîsteyên wê partiyê, dê nû bibin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, xebatkarên AK Partiyê diyar kirin ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de dê herî kêm nîvê lîsteyên parlamenteriyê bên nûkirin. 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayp Erdogan biryar da ku di 14ê Gulana 2023yan de hilbijartin bên kirin. Piştî biryara Erdogan, biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jî di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Piştî geşedanan, partiyan dest bi amadekirina lîsteya parlamenteriyê kir.

Herî kêm dê nîvê lîsteyan nû bibe

Li gorî nûçeya Milliyetê, xebatkarên AK Partiyê gotin ku dengdêr li benda guhertinê ne û di lîsteyên nû de herî kêm ji % 50 navên heyî dikarin biguherin.

Karmendan diyar kirin ku hîn xala dawî ya lîsteya hevpar a bi MHPê re nehatiye bidestxistin û wiha got: "Dema ku em biryarê bidin, em ê di 3 deqîqeyan bi MHPê re li hev bikin." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin