Baregeha Eyn Esed dest bi amadekariyan kir

Baregeha Eyn Esed dest bi amadekariyan kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê li baregeha Eyn Esed a parêzgeha Enbarê di hişyariyê de ne.

Hat diyarkirin ku baregeha ku hêzên Amerîkayê lê bicih bûne li hember êrîşên moşek û balafirên bêmirov ketine hişyariyê.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan, hêzên Amerîkayê guman kirin ku ew baregeh wê di demeke nêz de bi êrîşên mezin ên komên milîs re rû bi rû bimînin û li dijî êrîşên moşek û balafirên bêmirov dest bi amadekariyan kirin.

Wezareta Derve ya Iraqê roja 14ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ji ber geşedanên dawî bidawîbûna erkê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê hat paşxistin.

Biryar e ku mîsyona hevpeymaniyê di Îlona 2025an de bi awayekî fermî bidawî bibe.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin