PeyamaKurd – Berdevka Koşka Spî ya Amerîkayê Jen Psaki, derbarê serlêdana endamtiya NATOyê ya herdu welatên Fînlanda û Swêd de daxuyanî da.
Psakî di civîna rojnamevanî de got, heger serlêdana xwe ya fermî bikin dê Amerîka piştevaniya wan herdu welatan bo endamtiya NATOyê bike.
Psakî li ser daxuyaniya hevbeş a Serokomarê Fînlandayê Sauli Niinistö û Serokwezîra Swêd Sanna Marin ya serlêdana bilez bo endamtiya NATOyê got: "Heger serlêdanê hilbijêrin, wê Amerîka piştgiriyê bide endamtiya herdu welatan a bo NATOyê û ji vê biryara wan re rêzê bigire.”
Herwiha Psakî bal kişand ser ku Fînlanda û Swêd bêyî endamtiya NATOyê jî şirîkên hevbeş ên NATO û Amerîkayê ne û bi salane artêşên wan bi hev re kar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin