Li Sîliyê bi lerza 7,4an erdhejek pêk hat!

Li Sîliyê bi lerza 7,4an erdhejek pêk hat!

PeyamaKurd – Li bakurê welatê Amerîkaya Başûr Şîlîyê bi lerza 7,4an erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê San Pedro de Atacama ya herêma Antofagasta ye.

Erdheja bi pileya 7,4 bi kûrahiya 117 kîlometreyan pêk hat.

Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn, heta niha ti ziyanên canî û madî nehatine ragihandin.

Hat parvekirin ku erdhej li Tacna û Arequipaya herêmên başûrê Perûyê jî hat hîskirin û di nav gel de bû sedema tirsê.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Servîsa Pêşîlêgirtina Afetê û Bersivê ya Neteweyî (Senapred) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku xisarên gengaz ên erdhejê hatin nirxandin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin