Hemû parlamenterên Kurdistanê ji ber koronayê tên karantînakirin

Hemû parlamenterên Kurdistanê ji ber koronayê tên karantînakirin

PeyamaKurd - Piştî ku encamên pişkinînên hin kesan li Parlamentoya Kurdistanê pozîtîv derketin, biryar hat dan ku hemû endamên parlamentoyê bo dema 14 rojan li malên xwe bêne karantînakirin.

Ji berk u çend haletên tûşbûnê li nav endam û fermanberên Parlamentoya Kurdistanê hatin tomarkrin, parlamentoyê kar û çalakiyên xwe bo dema du heftiyan rawestandin û hemû parlementer bo dema du hefteyan li malên xwe têne karantînakirin.

‘bo dema 14 rojan karê parlamentoyê hatiye rawestandin’

Endama Komîteya Tendirustî ya Parlemana Kurdistanê, Gelawêj Obêyd ragihand, têkiliya tûşbûyan li gel endamên din ên parlamentoyê hebû, ji ber vê yekê jî bo dema 14 rojan karê parlamentoyê hatiye rawestandin. Obêyd got, “pêwîst e parlamenter û fermanberên parlamentoyê 14 rojan, xwe di malên xwe de kerentîn bikin û têkelî xelk û malbata xwe nebin.”

“Ji ber ku têkiliya parlamenteran bi xelkê re vîrus gihîştiye parlamentoyê’

Parlamenter Gelawêj Obêyd di berdewamiya axiftina xwe de bal kişand ser sedema tûşbûna û diyar kir û diyar kir, “bi sedema têkiliya parlamenteran ligel xelkê, vîrus gihîştiye nav parlamentoyê.” Bi gotina wî parlamenterî, sedema belavûna koronayê li parlamentoyê, “kesek e ku pileya wî şareza ye.”

Parlamentoya Kurdistanê roja Çarşemê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand, pişkinîn bo 197 parlamanter û fermanberan hatiye kirin, ku encama beşek ji wan pozîtîv bûn, lewma serokatiya Parlamentoya Kurdistanê biryar da, tevahiya kar û çalakiyên xwe bo dema du heftiyan rawestîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin