PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên welatên herî dewlemend yên cîhanê G7 civîneke du rojî li bajarê Liverpoolê ê bakurê rojavayê Britanyayê li dar xistin.
Di civîna G-7an de, ji bo Îranê hişyarî hat dayîn ku Îran sînordarkirina armancên xwe yên atomî bipejirîne û herwiha ji bo Rûsyayê li ser mijara îhtimala dagîrkirina Ukraynayê hişyarîyeke tund hat dayîn.
Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss di civîna rojnamevanî de got, "Hîn dem heye ku Îran peymanê bipejirîne."
Ji bilî Îranê, komkirina hêzên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê mijara sereke ya danûstandinên G7an bû.
Truss got ku "dengek pir yekgirtî heye... ku dê encamên mezin ji bo Rûsyayê hebin heke ew Ukraynayê dagir bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin