PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Azerbeycanê Teymur Musayev bi telefonê bi wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca re axifî û ragihand ku bi fermana serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo erdhejzadeyên Tirkiyê, li Baku û Nahiçvanê di nexweşxaneyan de ji bo dermnankirinê 2 hezar cîh amade kirine. Musayev weha got:
“Bi vê armancê di nexweşxaneyan de bi temamî, me 2 hezar cîh amade kir. Eger pêwist be doktorên pispor yên Azerbeycanê amade ne ku desteka tenduristiyê bidin. Ji birîndaran re şîfa û ji malbatên candayiyan re sersaxiyê dixwazim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin