PeyamaKurd- Rayedarê Hamasê Ebû Hemîd ku li paytexta Rusyayê Moskowê têkilî danîbû got, "Heta agirbestê neyê em ê dîlgirtiyan bernedin."
Di pêvajoya ku aloziya Îsraîl û Filistînê berdewam dike de rayedarê Hamasê Ebû Hemîd serdana paytexta Rusyayê Moskowê kir.
Di civînê de li ser derxistina rehînên Rus û Dewletên Serbixwe (CIS) nûnerê Hamasê Ebû Hemîd daxuyanî da rojnameya Kommersant a Rusyayê.
Ebû Hemîd diyar kir ku ji bo serbestberdana dîlgirtiyan dem lazim e û got, "Ji bo tespîtkirina dîlên di 7ê Cotmehê de ji Îsraîlê birin Xezayê dem pêwîst e."
Ebû Hemîd got, "Di êrîşên Îsraîlê de nêzî 50 dîl hatin kuştin."
Hemîd ragihand ku di hevdîtinên li Moskowê de ji aliyê Rusyayê ve sedemên êrîşên 7ê Cotmehê yên ji aliyê Filistînê ve li dijî Îsraîlê hatin kirin û got,
"Rusya welatekî dostê gelê Filistînê ye û têkiliyên xwe bi hemû nûneran re dewam dike. Em her dem amade ne ku li ser mijarên cuda bi wan re bişêwirin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin