PeyamaKurd – Hat gotin ku serokê Amerîkayê Joe Biden ji bo lîderên G7an gotiye ku wê Amerîka perwerdê bide pîlotên F-16an yên Ûkryanayê. Rêvebir dibêjin ku dayîna perwerdê ya pîlotên Ûkraynayê tê vateya ku wê Amerîka F-16an bide Ûkraynayê.
Ji rêvebrirên Amerîkayê hinek kes ji bo ajansa Associated Press (AP) re gotine û nexwestine navên wan bên aşkerakirin, hûrahiya di mijara axaftina perwerda F-16an ya ji bo Ûkraynayê ku Biden ji bo lîderên G7an ragihandiye.
Rêvebir ragihandine ku balafirên şer yên F-16an wê kengê, çawa û kî bide û çend heban bide, biryara wê dê di mehên pêşiya me de di dema ku perwerda pîlotan dewam bike dê bidin. Perwerdê dê li Awrûpa be û di hefteyên pêşde destpêbike. Serokê Ûkraynayê Zelendki di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand û mijarê piştrast kir. Zelenski got:
“Ez biryara Amerîkayê û Biden bi sedema desteka koalisyona balafiran ya navdewletî ya ji bo Ûkraynayê bi rizamendî qebûl dikim. Ev biryar wê artêşa me ya di semayê de bêhtir xwurt bike.”
Îngîltere û Hollanda di zîrwa Îzlanda ya konseya Awrûpa de ji bo temînakirina balafiran biryarê dabûn ku ‘koalisyona navdewletî’ ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin