PeyamaKurd – Di çarçoveya tetbîqata "Steadfast Defender 24" ya NATOyê de li herêma Korzeniewo ya Polonyayê tetbîqata parastina leşkerî ya bi navê "Dragon 24" hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya NATOyê, welatên hevpeyman di çarçoveya tetbîqata "Dragon 24"ê de şiyanên xwe yên bergirî û parastinê xurt kirin.
Leşkerên Fransa, Almanya, Lîtvanya, Polonya, Slovenya, Spanya, Tirkiye, Îngilîstan û DYAyê beşdarî tetbîqata parastina leşkerî ya ku di 4-5ê Adarê de li herêma Korzeniewo ya Polonyayê hat lidarxistin bûn.
Leşker di çarçoveya tetbîqata Polonî de, çemê Vistula derbas kirin.
Serokkomarê Polonyayê Andrzej Duda û Serokkomarê Lîtvanyayê Gitanas Nauseda serdana tedbîqatê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin