Der Spiegel: “Têkosîna Erdogan a deshilatdariyê-Text diheje”

Der Spiegel: “Têkosîna Erdogan a deshilatdariyê-Text diheje”

PeyamaKurd – Kovara Der Spiegel a Almanî vê hefteyê mijara berga xwe ji hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê re veqetand.

Di nivîsa Der Spiegel a derbarê hilbijartinên Tirkiyeyê yên serokomarî û parlamentoyê de hatiye gotin, “Têkoşîna Erdogan a deshilatdariyê-Tex diheje”.

Di berga kovarê de, wêneyekî Erdogan li ser textê şikestî hatiye sewirandin û peyva ‘têk naçe’ ya flu ango nezelal li ser hatiye nivîsîn.

Di bin sernavê kovarê de jî hatiye diyarkirin, “Serdemeke têr bi hêvî yan jî alozî? Erdogan têk biçe wê çi bibe?” hatiye nivîsandin.

Herwiha di nivîsa derbarê hilbijartinan de hatiye gotin, Erdogan piştî deshilatdariya xwe ya zêdetirî 20 salan rûbirûyî xeteriya windakirinê ye.

Hatiye destnîşankirin ku li gorî rapirsînên raya giştî, îhtamal heye namzedê Tifaqa Milet Kemal Kilicdaroglu di hilbijartinan de bi ser bikeve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin