PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafireke şer a F16 ya Yunanistanê li Deryaya Egeyê kete xwar.
Li gorî zanyariyan balafira F16 ya bi ser Hêzên Asmanî ya Yunanistanê ve dema firîna perwerdeyê li dorûbera Girava Arsura ya Deryaya Egeyê kete nav behrê.
Hate diyarkirin ku pîlotê balafirê bi paraşûtê xwe pekandiye û rizgar bûye. Pîlot piştî lêgerînê hatiye dîtin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
Medya Yunan ragihandiye ku balafira girêdayî Fîloya 337an a Hêzên Asmanî yên Yunanistanê piştî ku bi hev 3 balafirên din re ji Baregeha Larissayê bo perwerdeyê rabûye ketiye xwar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin