Trump û Macron li ser plansazî û kordîneya vekisînê axivîn

Trump û Macron li ser plansazî û kordîneya vekisînê axivîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de, li ser mijara plansaziya vekişîna ji Sûriyê axivin.

Di daxuyaniya Koşka Spî ya derbarê hevdîtinê de hat gotin, “Her du serokan bi rêya telefonê, li ser rewşa dawî ya Sûriyê, biryardariya têkoşîna dijî DAIŞê û palansazî û kordîneya vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê axivîn.”

Koşka Spî destnîşan kir ku her du serokan dubare gotiye ku ew li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê, bêdeng namînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin