Netanyahû: Ji Sûriyê bilez vekisin

Netanyahû: Ji Sûriyê bilez vekisin

PeyamaKurd- Bi sedema serokerkanê nû yê Îsraîlê Avîv Koçavî dest bi wezîfa xwe kir, li Îsraîlê civîneka merasimî hat lidarxistin û serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû tê de axifî û berê xwe da Îranê.

Netenyahû di axaftina xwe de, bo Îranê got ku Îran serê siba zû ceribandina peykê li fezayê kiriye û biserneketine. Netenyahû Îranê bi derewkirinê sûcdar kir û got ku Îran ceribandina fuzeya navbera qit’ayan kiriye. Netenyahû weha dewam kir:

“Kiryara Îranê ya îro derewekî ji derewên Îranê ye. Îsraîl mecbûre derewên Îranê derbixe holê. Îran daîma derewan dike.”

Netenyahû di mijara hebûna hêzên Îranê yên li Sûriyê û êrîşên ku Îsraîl dike ser Sûriyê de axifî û got:

“Wê êrîşên me yên bo ser baregehên Îranê yên li Sûriyê dewam bikin. Şîreta min bo we ew e ku hun ji Sûriyê bilez derên. Ji ber em ê êrîşên xwe bê rawestandin û bê tirs, weka me soz daye dewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin