PeyamaKurd- Ji aliyê Wezareta Berevaniya Kanadayê ve hat ragihandin ku bi biryarekê dê penaberên li Kanadayê, yên xwedî destûra rûniştinê, tevlî artêşê bên kirin.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Kanadayê de hatin ragihandin, kêmbûna xebatkarên Hêzên Çekdar ên Kanadayê ku bi bûyerên destdirêjiya zayendî dest pê kiribû û herî dawî jî ji ber biryarên derzîlêdanê yên ji ber şewba Covid-19ê hatin girtin, derketiye asta herî jor.
Li ser vê mijarê jî ji aliyê wezaretê ve hat ragihandin ku koçberên niştecihên daîmî niha dikarin serlêdana tevlîbûna Hêzên Çekdar ên Kanadayê bikin û hat zanîn ku bêyî ew ji hêla leşkerên biyanî ve werin perwerdekirin, dikarin vê tevlîbûnê pêk bînin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di artêşa Kanadayê de ji bo leşkerên deryayî, asîmanî û bejayî hîn jî herî kêm 8 hezar leşker kêm in û hat ragihandin ku hedefa zêdekirina 5 hezar û 900 leşkerên nû ya li artêşê ye û dîroka vê hedefê jî wekî adara 2023yan hat eşkerekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin