PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Le Progresê de li ser pevçûnên Îsraîl û Hamasê axivî.
Sebastien Lecornu, di derbarê piştgiriya welatê xwe ya ji bo Îsraîlê de agahî dan û diyar kir ku ew piştgiriya îstîxbaratê didin Îsraîlê.
Lecornu, li ser pirsa "Gelo Fransa piştgiriya leşkerî dide Îsraîlê yan na?" got ku "Fransa, bi piranî piştgiriya îstîxbaratê dide Îsraîlê."
Wezîrê Fransayê da zanîn ku wan ev îstîxbarat di çarçoveya hevkariya kevneşopî ya di navbera herdu welatan de dane rêveberiya Til Evîvê û destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî terorê de ew xwedî ezmûneke dirêj in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin