Rapirsiya 13 kompaniyan: Di gera duyem de kî li pês e?

Rapirsiya 13 kompaniyan: Di gera duyem de kî li pês e?

PeyamaKurd- Li gorî encamên tomarkirî yên rapirsiyên kompaniyên lêkolînan, di hegera ku hilbijartinên Serokomariya Tirkiyeyê bimînin gera duyem de navê Kiliçdaroglu derket pêş.

Rêjeya rapirsiyên ku di meha adarê de ji aliyê kompaniyên lêkolînê yên ADA, Aksoy, ALF, ASAL, Avrasya, Bulgu, GENAR, Lêkolîna Aborî ya Stenbolê, MAK, MetroPOLL, ORC, Piar û Sarosê ve hatin kirin, hemû hatin tomarkirin û encamên wê bi raya giştî ya bakur û Tirkiyeyê re hatin parvekirin.

Ji xelkê hat pirsîn, “Gelo vê yekşemê hilbijartin hebin, hûn ê dengên xwe bidin kê?”

Li gorî encamên rûpela Rapirsî û Raportan a li ser Twitterê, encamên van 13 kompaniyan ên li ser gera duyem ev in:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 50,2

Recep Tayip Erdogan: Ji % 44,5

Bêbiryar: Ji % 5,2

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin