Hevpeymaniya Navdewletî: Tu zêdebûn di qebareya hêz û binkeyan de nîn e

Hevpeymaniya Navdewletî: Tu zêdebûn di qebareya hêz û binkeyan de nîn e

PeyamaKurd –  Di derbarê avakirina binkeyeke nû li Dêrikê, Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî peyamek belav kir û got, tu zêdebûn di hêz û binkeyên wan ên li Dêrikê tune ye. Ev daxuyanî bersiva hin raporên ajansa SANAyê ne.

Li gor Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto li ser Twittera diyar kir: “Erkê Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê, nehatiye guhartin. Hevpeymaniya Navdewletî ligel hevpeymana xwe Hêzên Sûriyeya Demokratîk, kar ji bo jinavbirina DAIŞê dike.”

Marotto herwiha got: “Hevpeymaniya Navdewletî, bi awayekî rêkxistinkirî gerên ewlehiyê encam dide, ji bo dubare gihandina kelûpelan bo karwanan li herêma ewlehiyê li rojhilatê Sûriyê û piştevanîkirin û bihêzkirina binkeyan.”

Di dawiya twîtê de da zanîn: “Tu zêdebûn di qebareya hêz û binkeyan de nîn e.”

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” çend rojên borî belav kiribû, Amerîka li Dêrikê dest bi avakirina binkeyeke nû kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin