PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber rûdana agirberbûna li avahiyekî Soranê, pêwendî bi Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soranê danî û ji dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê daxwaz kir ku her tiştê pêdivî ji bo lêqewimiyên wê rûdanê bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo lidûçûna rûdana agirberbûnê li avahiyeke Soranê, bi rêya telefonê pêwendî bi Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Necîb kir.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî li binemal û kesûkarên qurbaniyan kir û hevxemiya xwe ji bo wan diyar kir û da zanîn, Rêveberê Îdareya Serbixwe ya Soranê û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê raspartin ku her tiştekê pêdivî ji bo lêqewimiyên wê rûdanê bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew raspartin ku bi hûrî û rijdî lêkolînê li ser sedemên rûdana wê karesatê bikin, lidûçûn jî ji bo avahi û cihên giştî û taybetî bê kirin.
Do (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) agir bi avahiyeke li Soranê ku hejmareke xwendekar, mamosta û welatiyên asayî tê de xwecih bûn ket û di encamê de 14 kesan can dan û çend kesên din jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin