Ji Amerîka yekem daxuyaniya ser hilbijartina Îbrahîm Reîsî...

Ji Amerîka yekem daxuyaniya ser hilbijartina Îbrahîm Reîsî...

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hilbijartina Îbrahîm Reîsî wekî serokomarê nû yê Îranê daxuyanî da û ragihand, ew dê danûstandinên bo peymana nukleerî bi rêveberiya Reîsî re jî berdewam bikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê hilbijartinên Îranê de got: ‘’Mixabin hemwelatiyên Îranê nekarîn beşdarî hilbijartineke paqij û bê pirsgirêk bibin.’’

Wezareta Derve ya Amerîkayê da xuyakirin: “Di dema serokomartiya Îbrahîm Reîsî de jî em ê danûstandinên bernameya nukleerî ya Îranê berdewam bikin.”

Berdevkê wezareta derve ya Îsraîlê Lior Haiat jî li ser hilbijartina Reîsî daye xuyakirin: “Pêwîste hilbijartina Îbrahîm Reîsî bibe cihê nîgeraniya civaka navnetewî, ji ber Reîsî piştevaniya bernameya nukleerî ya leşkerî dike.”

Lior Haiat gotiye, Îran di dema serokatiya Reîsî de, dê bileztir bernameya atomî ya leşkerî pêş bixe û hilbijartin jî nîşaneya niyeta Îranê ya xirab e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin