PeyamaKurd- Fermandarê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Dmitro Marçenko, di derbarê rewşa Kirimê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Ew ê Kirima di bin dagirkeriyê de bi rêya leşkerî rizgar bikin.
Fermandar Dmitro Marçenko bi rêya ajansa nûçeyan a Ukraynayê RBKê da zanîn ku 8 sal in Kirim di bin dagirkeriya Rusyayê de ye û ew ê wekî hêzên Ukraynayê, pira ku bi kaçaxî li Kirimê hatiye avakirin, ji nav bibin.
Fermandar bi berdewamî got,
“Kesekî maf nedaye Rusyayê ku were welatekî din û bibêje, ev ax axa min e. Kesî dest ji Kirimê bernedaye.
Kirim, Ukrayna ye û axa me ye. Li wê derê mirovên me hene û di bin dagirkeriyê de dijîn. Me çawa Herson, Lugansk û Donetskê girt, em ê Kirimê jî bigirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin