PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê 14 hunermendan bi vîdeoyekê piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê yên piştî kuştina Jîna Emînî destpê kiribûn nîşan dan.
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 19 roj in çalakî û xwepêşandanên ji bo protestokirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewam dikin. Li gor rapora Rêxistina Hengaw, li Rojhilatê Kurdistanê heta niha 23 xwepêşander hatine kuştin û hezar û 138 xwepêşander jî birîndar bûne, herwiha zêdeyî 2 hezar kes jî hatine desteserkirin.
Herwiha li çar parçeyên Kurdistanê û welatên cuda jî piştgirî û çalakiyên ji bo xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in.
Li Bakurê Kurdistanê di nav de Xecê, Jan Axîn, Rewşan, Xalid Tarî, Berfin Aktay, Mucahit Goker, Berfin Zenderlioğlu, Brader Mûsikî, Gulbahar Kavcu, Agit Işık, Sakîna Teyna û Gökçe Selim bi tevahî 14 hunermendên Kurd ên Bakurê Kurdistanê, bi armanca piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê vîdeoyek bi Kurdî belav kirin û peyamên hevkariyê ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin