Tahsin Akreyî: Em bi xizmeta xwe serbilindin

Tahsin Akreyî: Em bi xizmeta xwe serbilindin

PeyamaKurd – Di destpêka erdhejê de tîmên alîkariya erdhejê ji Başûrê Kurdistanê baz dan hawara birayên xwe yên li Bakûrê Kurdistanê û serokê tîma ewilî ku çû navça Îslahiyê ya bajarê Entabê albay Tahsin Akreyî tevlî bernama Rûdawê bû û got:

“Ez wê dîmena ewilî ya Îslahiyê qet ji bîr nakim. Xizmeta ku me kir, em bi wê xizmetê serbilindin.”

Hinek tîmên Weqfa Xêrxwaza Barzanî (BCF) piştî xebata xwe ya li herêma erdhejê kirin, dageriyan Herêma Kurdistanê. Ji serokê tîman yê parastina sîvîl albay Tahsin Akreyî ji bo Rûdawê weha got:

“Di temamê dinyayê de tîma ewilî ku çû herêma erdhejê em bûn. Roja erdhejê me siet di 10.00an de amadekariya xwe kir. Em siet di 14.00an de birêketin. Roja dinê em gihan navenda AFADê ya Entabê. Me şandin navça Îslahiyê da em dest bi xebatê bikin. Em weka tîma parastina sîvîl ya bi ser wezareta karên navxwe ya Herêma Kurdistanê 26 kes bûn. Em tenê tîma rizgarkirin û lêgerînê bûn. Bi me re wezîfedarên wezareta tenduristiyê, Kızılay û Weqfa Xêrxwaza Barzanî hebûn.

Dema ewilî me Îslahiyê dît, me ji çavên xwe bawer nekir. Rê hemû vala bûn. Xanî xerabûn û dîmena Îslahiyê me şaş kir. Weka ku Îslahiyê bi erdê re bûbû yek. Mirov hemû li kolanan bûn. Konên hinek kesan hebûn û hinek li meydanê bûn. Zarok di wê sermaye de li derve bûn. Ew dîmen me hejand.

Em û AFAD me bi hevre koordînasyonekî baş kir. Ew bi me bawer bûn. Avahiyeka ku AFAD ê destnîşan kiribû em tê de xebitîn. Tîma me 2 kesan sax derxist. Bav û keça wî. Me ji bin dêrisê avahiyê 12 cesed derxist. Mal bi ser hevde ketibûn û talûka roxandinê hebû. Diviya di her dêrisê (kavil, enqaz) de em bi hezir bixebitiyana.

Tîmên tenduristiyê gelek birîndaran derman kirin. Weqfa Barzanî alîkariyê belav dikir. Ji bo me xizmetekî ku em pê serbilind bûn.

Hatina serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî morala me bilind kir. Hem xelkê deverê bi dilgermî xwe nêzî me dikir û sipasiya me dikirin. Em tîmekî navdewletî dihatin hesibandin. Ez ji tîma xwe razî bûm. Ji destê wan çi hat kirin. Tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û tenduristiyê tev dageriyan. Weqfa Xêrxwaza Barzanî xizmeta xwe dewam dike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin