Saredariyên CHP ê 11 hezar karmendan ji kar derxistin

Saredariyên CHP ê 11 hezar karmendan ji kar derxistin

PeyamaKurd- Cîgirê serokê AKP ê Mehmet Özhaseki ragihand ku şaredarên CHP ê ji 31 ê adarê heya niha 11 hezar û 718 karmendî ji kar derxistine. Özhaseki got ku CHP kesên ku di fikra wan de be, ji kar dexistine. Özhasekî weha got:

“Şaredariyên CHP ê 3 grûbin: şaredariya wan ya gilêşêye, ya çalaye û ya heriyê ye. Çavên wan ti carê ne di xizmetê de ye.”

Özhaseki mînaka herî berbiçav şaredariya mezin ya Îstenbolê nîşan da ku karmend li ber şaredariyê tevgera rîniştinê dikin. Karmend dibêjin ku bê sedem bên gotin, şaredarî wan ji kar derxistiye û dixwazin vegerin ser karên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin