PeyamaKurd – Di xwepêşandanên ku doh 3yê Hezîranê ji nû ve li dijî rêveberiya leşkerî ya demkî li Sûdanê dest pê kiribûn de, hejmara miriyan gihîşt 37 kesan.
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser banga Brîtanya û Almanyayê taybet bi mijara aloziya li Sûdanê civîneke awarte li dar dixe.
Yekîtiya Ewropayê jî doh bang li Rêveberiya Leşkerî ya Sûdanê ku piştî kotedaya dijî dîktator El Beşîr hatibû ser kar kiribû û daxwaza dewrkirina rêveberîyê bo sivîlan kiribû.
Ji doh ve di encama destwerdana hêzên ewlekariyê yên Sûdanê de, 37 kesan can da û gelek kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin