PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser mayîna hêzên Tirk bo parastina balafirgeha Kabûl a Afganistanê got, Koşka Spî ji Tirkiyê dixwaze ewlehiya balafirgeha Kabulê biparêze û diyar kir, nêrîneke me ya erênî derbarê vê yekê de heye lê şert û mercên me hene. Erdogan herwiha got ku ji aliyê baweriyê ve ew û Talîbanê nêzîkî hev in û ti pirsgirêk li ber danûstandina wan nîne.
Erdogan piştî nimêja cejna Qurbanê ya li Qibrisa Bakur got: “Amerîka divê berî her tiştî di têkilîyên dîplomatîk de li rex me be. Ya duyemîn, ew dê derfetên lojîstîkî seferber bike. Hêza wê çi dibe bila bibe, ew dê di warê lojîstîkî de wan veguhezîne Tirkiyê û di warê aborî de piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Ger ev armanc bêne bidestxistin, em difikirin ku berpirsyariya bikarxistina balafirgeha Kabulê bigirin ser xwe.”
Serokomarê Tirkiyê li ser nerehetî û dijderketina Tevgera Talibanê li hember mana hêzên Tirkiyê jî destnîşan kir ku ji aliyê baweriya olî ve ti pirsgirêka wan li ber danûstandinan bi Talîbanê re nîne û wiha axivî: “Bi muzakerekirina vê pêvajoyê bi Talibanê re… Çawa ku wan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka re hevdîtin kir, ew divê danûstandinên xwe bi Tirkiyeyê re bi awayekî rehettir bikin. Ji ber ku ti pirsgirêkeke Tirkiyê bi baweriya wê re nîne. Ji ber ku ti pirsgirêkek bi wan re nîne, ez difikirim ku em dikarin çêtir van mijaran bi wan re nîqaş bikin û li hev bikin. Vebijarkên din jî hene û em li ser wan dixebitin.”
Hêjayî gotinê ye, tevî vekişîna Amerîkayê ji Afganistanê jî di çarçoveya NATOyê de nêzîkî 500 leşkerên Tirkiyê 6 sal in li wî welatî dimînin û Tirkiyê pêşniyar kiriye ku piştî vekişînê jî ji bo parastina balafirgeha Kabûlê li Afganistanê bimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin